Dewama serketinên hêzên gelanî yên Iraqê li Mûsilê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i256746-dewama_serketinên_hêzên_gelanî_yên_iraqê_li_mûsilê
Cîgirê qumandê hêzên gelanî yên Iraqê got: Xeleka dorpêça derûdora bajarê Mûsilê tengtir bûye û hêzên gelanî amadekariyên pêwîst dikin ku carek din êrişa ser terorîstên DAIŞ`ê bikin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 24, 2017 15:56 Asia/Tehran
  • Dewama serketinên hêzên gelanî yên Iraqê li Mûsilê

Cîgirê qumandê hêzên gelanî yên Iraqê got: Xeleka dorpêça derûdora bajarê Mûsilê tengtir bûye û hêzên gelanî amadekariyên pêwîst dikin ku carek din êrişa ser terorîstên DAIŞ`ê bikin.

Li gor rapora IRIB News`ê, Ebû Mehdî El-Muhendis cîgirê qumandê hêzên gelanî yên Iraqê ragihand ku niha hêzên gelanî yên vî welatî li çend kîlomitriya bajarê Mûsilê ne û riyên alîkarîgihandina bo terorîstên DAIŞ`ê ji aliyên başûr, rojhilat û rojavayê ber bi Şengalê hemû qut bûne.

Ebû Mehdî El-Muhendis destnîşan kir; Hêzên gelanî yên Iraqê sedan kîlomitr ji riya Bexda hetanê Badoşê li rojavaya Mûsilê xistine bin kontrola xwe.

Operasiyona azadkirina rojavaya Mûsilê ji 19 Sibata 2017 destpê bûye û hêzên iraqî heta niha karîne zêde ji sedî 40 ji vê navçê ji destê terorîstên DAIŞ`ê azad bikin.

Qumandê operasiyona ``Qadimûn ya Nêynewayê`` jî duh pêncşemê ji azadkirina navça El-Yabisat`ê ji destê terorîstan xeber da.

Serleşker Ebdul-emîr Yarullah ragihand ku hêzên dije terora Iraqê navça El-Yabisatê ji destê terorîstên DAIŞ`ê azad kirin û derbeyeke giran li van terorîstan xistin û niha jî alaya Iraqê li ser avahiyên vê navçê hatiye bilindkirin.

Karbidestên artêşa Iraqê jî ji amadebûna hêzên eskerî yên vî welatî bona destpêkirina dewra nû ya êrişa ser terorîstan li rojavaya Mûsilê pê taktîkên nû agahîyê didin.

Karbidestên Bexdayê ragihandin, niha ku gelek ji xelkê rojava û bakûra Mûsilê ji vî bajarî hatine derxistin, rewşa êrişa ser terorîstan ji aliyê hêzên eskerî yên Iraqê û hevalbendiya dijî DAIŞ`ê ne wek berê ye û ev êrişa dê bi berfirehî bê destpêkirin.

Ji aliyê din ve Komîsariya bilind a karûbarên penaberan a Rêxistiya Netewên Yekgirtî jî ragihand ku 400 hezar ji xelkê Iraqê hîn li nav rojavaya Mûsilê ji aliyê terorîstên DAIŞ`ê hatine dorpêçkirin.

Koma têrorîst a DAIŞ`ê sala 2014`an bi piştgiriyên malî û çekdarî yên Amerîka û hevpeymanên rojavayî û hin welatên navçeyê bi taybet Erebistan û Tirkiyê bi êrîşa ser Iraqê, beşin berfire ji navçeyên bakur û rojavaya vî welatî dagir kirin û gellek cinayet pêk anîn.

Ji wê demê û bi vir da hêzên iraqî pirraniya navçeyên dagirbûyî azad kirine.