230 iraqî li êrişa hewayî ya Amerîkayê ser Mûsilê hatine kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i256732-230_iraqî_li_êrişa_hewayî_ya_amerîkayê_ser_mûsilê_hatine_kuştin
Li êrişa hewayî ya hevalbendiya xwedêbergiravî ya dijî DAIŞ` bi serokatiya Amerîka ser rojavaya Mûsilê 230 kesên sivîl ku para pirtire wan jin û zarok bûn hatine kuştin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 24, 2017 11:56 Asia/Tehran
  • 230 iraqî li êrişa hewayî ya Amerîkayê ser Mûsilê hatine kuştin

Li êrişa hewayî ya hevalbendiya xwedêbergiravî ya dijî DAIŞ` bi serokatiya Amerîka ser rojavaya Mûsilê 230 kesên sivîl ku para pirtire wan jin û zarok bûn hatine kuştin.

Bingehekî ewlehiya Iraqê ragihand ku firokên şerî yên hevalbendiya xwedêbergiravî ya dijî DAIŞ` bi serokatiya Amerîka ser rojavaya Mûsilê sê malên xelkê vê navçê bi tamî kavil bûn û 230 kesên sivîl ku li wê derê penah girtibûn hatine kuştin.

Vê bingeha ewlehiya Iraqê destnîşan kir; meytê 130 kuştiyan ji nav malekê hatine derxistin.

Herwisa hatiye ragihandin ku nîzikî 100 kesên din ku para pirtire wan jin û zarok bûn jî li êrişa hewayî ya hevalbendên dijî DAIŞ`ê jî li nav du malên rojavaya Mûsilê hatine kuştin.

Pêştir jî berpirsên berevaniya medenî ya Iraqê duh pêncşemê ragihandibûn ku ji ber êrişa hevalbendiya dijî DAIŞ`ê bi serokatiya Amerîka ser xelkê rojavaya Mûsilê bi dehan kes ji xelkê sivîl hatibûne kuştin û meytê dehan kesan di bin kaviliyan da mane û hema hîn jî xebat tê kirin ku meytê van kesan ji bin axê bêne derxistin.