Li teqîna Bexdayê çend kesên sivîl hatin kuştin û birîndar bûn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i256590-li_teqîna_bexdayê_çend_kesên_sivîl_hatin_kuştin_û_birîndar_bûn
Di encama teqîna du bomeyan li bakûr û rojavaya Bexadyê, kesek hate kuştin û heft kesên din jî birîndar bûn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 22, 2017 13:57 Asia/Tehran
  • Li teqîna Bexdayê çend kesên sivîl hatin kuştin û birîndar bûn

Di encama teqîna du bomeyan li bakûr û rojavaya Bexadyê, kesek hate kuştin û heft kesên din jî birîndar bûn.

Li gorî rapora AL ALAM`ê, çavkaniyeka ser bi polîsê federal ê Iraqê, îro çarşemiyê ragihand: Teqîna bombeyên ku li du aliyên kolana El Sihe ya li navçeya El Şeib a li bakûra Bexdayê hatibûn danîn, bû sedema birîndarbûna kesekî.

Ew çavkaniya herwiha ragihand: Di encama teqîna bombeka din li nêzîkî bazarekê li navçeya El Sebîhatê li Ebûxureybê li rojavaya Bexdayê de jî kesek hate kuştin û pênc kesên din jî birîndar bûn.

Roja duşemiyê jî di encama teqîan trombîleka bombekirî ya li başûrê Bexdayê de 13 kes hatin kuştin û 31 kesên din jî birîndar bûn.

Li gorî gotina berpirsên siyasî û ewlehiyê yên Iraqê, komên terorîst piştî şikesta li şerrên meydanî, kiryarên terorîstî bi armanca lawazkirina morala hêz û xelkê Iraqê, kirine karên xwe yên sereke.

Operasyona azadkirina rojavaya Mûsilê ji lepên DAIŞ`ê ji 19`ê Sibata 2017`an ve dest pê bûye û hêzên iraqî heya niha navçeyên zav ên vî bajarî ji bin lepên terorîstan azad kirin.