19 têrorîst li rojavaya Mûsilê hatin kuştinê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i256528-19_têrorîst_li_rojavaya_mûsilê_hatin_kuştinê
Hêzên hevpar ên iraqî di encama opêrasyona duh danê êvarê li beşa rojavaya Mûsilê da, 19 têrorîst ji wan 4 bîyanî kuştin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 22, 2017 05:50 Asia/Tehran
  • 19 têrorîst li rojavaya Mûsilê hatin kuştinê

Hêzên hevpar ên iraqî di encama opêrasyona duh danê êvarê li beşa rojavaya Mûsilê da, 19 têrorîst ji wan 4 bîyanî kuştin.

Li gorî rapora akana nûçan a Al-Alamê, hêzên iraqî nêzîkî mizgevta Al-Nûr û minareya Hedbayê, cihê kombûna têrorîstan li rojavaya Mûsilê dibin.

Li gorî vê raporê, hêzên iraqî hewl didin ku mizgevta Al-Nûrê ku girîngîyeke istiratêjîk heye û sembola herî dawîyê ya DAIŞ`ê li Mûsilê ye, bêxin destê xwe.

Televîzyona Al-Iraqiyê jî ragihand ku balafirên cengê yên Iraqê maşîneke bombekirî li tûnêla taxa Al-Sehê li rojavaya Mûsilê têk birin.

Opêrasyona azadkirina Mûsilê ji lepên têrorîstên DAIŞ`ê ji 17`ê Cotmehê va li gorî fermana Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê destpê bû û hêzên iraqî meha buhurî karîn ku rojhilata Mûsilê azad bikin.

Hêzên iraqî herwiha opêrasyona azadkirina rojavaya Mûsilê ji lepên têrorîstên DAIŞ`ê ji 19`ê Sibatê va destpê kirin.