Ceiferî: Meseleyên dîyarker di destûrkara serdana Ebadî bo Waşîngtonê da ne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i256472-ceiferî_meseleyên_dîyarker_di_destûrkara_serdana_ebadî_bo_waşîngtonê_da_ne
Wezîrê karên derve yê Iraqê ragihand: Meseleyên girîng û dîyarker di destûrkara serdana Heyder Ebadî serokwezîrê vî welatî bo Waşîngtonê da ne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 21, 2017 07:11 Asia/Tehran
  • Ceiferî: Meseleyên dîyarker di destûrkara serdana Ebadî bo Waşîngtonê da ne

Wezîrê karên derve yê Iraqê ragihand: Meseleyên girîng û dîyarker di destûrkara serdana Heyder Ebadî serokwezîrê vî welatî bo Waşîngtonê da ne.

Li gorî rapora IRIB NEWS`ê, Ibrahîm Ceiferî wezîrê karên derve yê Iraqê got: Heyder Ebadî serokwezîrê vî welatî li vê serdanê yê Donald Trump û hin berpirsên Kongira Amerîkayê û serokên şîrketên amerîkî û sazîyên navnetewî re hevdîtin û gotûbêjê bike.

Ceiferî herwiha got: Li serdana serokwezîrê Iraqê bo Amerîkayê peywendîyên dualî di warên aborî, ewlehî û leşkerî da yê bên hilkolandinê, nemaze têkoşîna li hemberî DAIŞ`ê di qonaxa dawîyê da ye.

Serokwezîrê Iraqê yê herwiha roja çarşemê li koma berpirsên pilebilind ên 68 welat û sazîyên navnetewî biaxive.