6 serkirdên DAIŞ`ê li Mûsilê hatin kuştinê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i256406-6_serkirdên_daiŞ_ê_li_mûsilê_hatin_kuştinê
Di encama êrişa hewayî ya artêşa Iraqê ser baregeheke têrorîstên DAIŞ`ê li devera Sewq Şearînê li rojavaya Mûsilê da, 6 serkirdên vê komê hatin kuştin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 20, 2017 06:58 Asia/Tehran
  • 6 serkirdên DAIŞ`ê li Mûsilê hatin kuştinê

Di encama êrişa hewayî ya artêşa Iraqê ser baregeheke têrorîstên DAIŞ`ê li devera Sewq Şearînê li rojavaya Mûsilê da, 6 serkirdên vê komê hatin kuştin.

Li gorî rapora malpera SOMERIYE NEWS`ê, dayra lêzanînên serbazî ya Iraqê bi daxûyanîyekê ragihand ku 6 serkirdên hanê welatîyên Ûrsêt, Fransa, Tirkîye, Megrib û Ingilîsê bûne.

Necm Cibûrî fermandarê opêrasyona azadkirina Mûsilê jî duh danê êvarê bi daxûyanîyekê ragihand, bi dehan endamên koma têrorîst a DAIŞ`ê bi dû têkçûna refên wan ên berevanîyê li beşa rojavaya Mûsilê, xwe radestî hêzên iraqî kirin.

Di daxûyanîya fermandeyê opêrasyona azadkirina Mûsilê da hatîye: Gellek têrorîst û serkirdên wan revîne yan hatine kuştinê.

Opêrasyona azadkirina Mûsilê ji lepên têrorîstên DAIŞ`ê ji 17`ê Cotmehê va li gorî fermana Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê destpê bû û hêzên iraqî meha buhurî karîn ku rojhilata Mûsilê azad bikin.

Hêzên iraqî herwiha opêrasyona azadkirina rojavaya Mûsilê ji lepên têrorîstên DAIŞ`ê ji 19`ê Sibatê va destpê kirin.