Dewama serketinên hêzên iraqî li hemberî DAIŞ`ê li Mûsilê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i256402-dewama_serketinên_hêzên_iraqî_li_hemberî_daiŞ_ê_li_mûsilê
Yek ji fermandarên artêşa Iraqê ragihand ku devera Nablos li beşa rojavayî ya Mûsilê ji lepên têrorîstên DAIŞ`ê hat azadkirinê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 20, 2017 06:36 Asia/Tehran
  • Dewama serketinên hêzên iraqî li hemberî DAIŞ`ê li Mûsilê

Yek ji fermandarên artêşa Iraqê ragihand ku devera Nablos li beşa rojavayî ya Mûsilê ji lepên têrorîstên DAIŞ`ê hat azadkirinê.

Li gorî rapora kanala nûçan a Al-Alamê, Evdilemîr Reşîd Yarulah fermandarê opêrasyona azadkirina Mûsilê bi daxûyanîyekê ragihand, hêzên iraqî duh danê êvarê devera Nablos li beşa rojavayî ya Mûsilê tam ji lepên têrorîstên DAIŞ`ê azad kirin û alaya Iraqê li banê avahîyên vê deverê bilind kirin.

Reşîd Yarulah herwiha got: Di encama vê opêrasyonê da bi dehan têrorîstên DAIŞ`ê hatin kuştinê yan birîndar bûn.

Opêrasyona azadkirina Mûsilê ji lepên têrorîstên DAIŞ`ê ji 17`ê Cotmehê va li gorî fermana Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê destpê bû û hêzên iraqî meha buhurî karîn ku rojhilata Mûsilê azad bikin.

Hêzên iraqî herwiha opêrasyona azadkirina rojavaya Mûsilê ji lepên têrorîstên DAIŞ`ê ji 19`ê Sibatê va destpê kirin.