Ebadî ligel desteyeke pilebilind çû Amerîkayê
Adar 19, 2017 15:54 Asia/Tehran
Nivîsgeha serokwezîrê Iraqê ragihand ku Heyder Ebadî ligel taximeke pilebilind bi merema hevdîtina ligel rayedarên amerîkî çû vî welatî.
Li gorî rapora FARS NEWS`ê, serokwezîrê Iraqê, Heyder Ebadî ligel taximeke pilebilind çû Waşîngton paytexta Amerîkayê.
Li gorî daxûyanîya nivîsgeha serokwezîrê Iraqê, Heyder Ebadî bi merema hevdîtin û gotûbêja tev rayedarên amerîkî di çarçova serdaneke fermî da ji Bexdayê çû Waşîngtonê.
Li gorî vê raporê, ev serdana bi aramnca bihêzkirina hevkarîya her du welatan di warên ewlehî, leşkerî û aborî û warên din da pêk tê.