Teslîmbûna bi dehan têrorîstî li Mûsila Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i256356-teslîmbûna_bi_dehan_têrorîstî_li_mûsila_iraqê
Artêşa Iraqê ragihand ku bi dehan endamên koma têrorîst a DAIŞ`ê li beşa rojavaya Mûsilê li bakûra rojavaya Iraqê xwe radest kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 19, 2017 12:28 Asia/Tehran
  • Teslîmbûna bi dehan têrorîstî li Mûsila Iraqê

Artêşa Iraqê ragihand ku bi dehan endamên koma têrorîst a DAIŞ`ê li beşa rojavaya Mûsilê li bakûra rojavaya Iraqê xwe radest kirin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Necm Cibûrî fermandarê opêrasyona azadkirina Mûsilê duh danê êvarê bi daxûyanîyekê ragihand, bi dehan endamên koma têrorîst a DAIŞ`ê bi dû têkçûna refên wan ên berevanîyê li beşa rojavaya Mûsilê, xwe radestî hêzên iraqî kirin.

Di daxûyanîya fermandeyê opêrasyona azadkirina Mûsilê da hatîye: Gellek têrorîst û serkirdên wan revîne yan hatine kuştinê.

Heyder Ebadî serokwezîr û fermandeyê gişt hêzên çekdar ê Iraqê vê dawîyê bi daxûyanîyekê ji endamên mayî yên DAIŞ`ê li Mûsilê re gotibû ku yan xwe radest bikin û bi awayekî dadmendane bên mehkemekirinê û yan jî hûn ê bên kuştinê.

Hêzên ewlehîyê yên Iraqê îro berpirsê nivîsgeha Hesebe ya DAIŞ`ê li Mûsilê girtin.

Li gorî raporan, beşa kevnar a Mûsilê sitargeha herî girîng a têrorîstên mayî yên DAIŞ`ê ye ku hêzên iraqî ber bi kûratîya vê deverê va pêşda diçin.