Cîgirê serokê parlimana Iraqê: Gullereşandina Pêşmergeyan ser xwepêşanderan li Şingalê cinayet e
Cîgorê serokê parlimana Iraqê bûyera gullereşandina hêzên Pêşmerge ser xwepêşanderan li Şingalê ser bi parêzgeha Nêynewayê cinayet zanî.
Li gorî rapora televîzyona Al-Aba ya Iraqê, Aram Şêx Mihemed li daxûyanîyekê bi gotina vîya ku êrişa aşkira ser sivîlan li Şingalê bi hegera nebûna hegereke qanûnî û rewa û bikaranîna zorê li hemberî xwenîşanderan, karekî kirêt tê hesêb, ji partîyên sîyasî li Iraqê û Herêma Kurdistana vî welatî xwest ku jibo çareserkirina vê qeyranê û dubarenebûna kiryarên wiha bitalûke hewl bidin.
Aram Şêx Mihemed li vê daxûyanîyê pêkutî kir ku gulleavêtina ser xwenîşanderên bêberevan û bikaranîna zorê li hemberî wan, cinayeteke mezin e û kesên ev yeka kirine divê hesabê bidin û dîwana wan bê kirinê û got: Tu alîyekî sîyasî û partîyan mafê binpêkirina mafên welatîyan tineye ji ber ku destûra bingehîn a Iraqê li ser lidarxistina xwenîşandana biaştî disekine.