Azadkirina çend derverên din ên rojavaya Mûsilê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i256264-azadkirina_çend_derverên_din_ên_rojavaya_mûsilê
Hêlzên iraqî li dewama opêrasyona azadkirina şarê Mûsilê li parêzgeha Nêynewayê li bakûra vî welatî, karîn bazar û têrmînala devera Bab ul Tewbê li beşa rojavaya vî şarî ji lepên têrorîstên DAIŞ`ê azad bikin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 18, 2017 06:27 Asia/Tehran
  • Azadkirina çend derverên din ên rojavaya Mûsilê

Hêlzên iraqî li dewama opêrasyona azadkirina şarê Mûsilê li parêzgeha Nêynewayê li bakûra vî welatî, karîn bazar û têrmînala devera Bab ul Tewbê li beşa rojavaya vî şarî ji lepên têrorîstên DAIŞ`ê azad bikin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, hêzên iraqî duh danê êvarê dema azadkirina bazar û têrmînala devera Bab ul Tewbê li rojavaya Mûsilê, hejmarek têrorîst kuştin û yan jî birîndar kirin.

Di vî halî da serleşker Zaid Şakir Cewdet fermandarê polîsên Iraqê bi daxûyanîyekê ragihand ku hêzên bin fermana wî de pêşdaçûna ber bi Mûsila kevnar destpê kirin.

Hadî Amirî yek ji fermandarên pilebilind ên hêzên Heşdi Şeibî jî li civîneke ligel fermandeyan qonaxa din a opêrasyona van hêzana li dijî DIŞ`ê hilkoland.

Opêrasyona azadkirina Mûsilê ji lepên têrorîstên DAIŞ`ê ji 17`ê Cotmehê va li gorî fermana Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê destpê bû û hêzên iraqî meha buhurî karîn ku rojhilata Mûsilê azad bikin.

Hêzên iraqî herwiha opêrasyona azadkirina rojavaya Mûsilê ji lepên têrorîstên DAIŞ`ê ji 19`ê Sibatê va destpê kirin.