Ebadî: Bila hejmara eskerên amerîkî li Iraqê bê kêmkirinê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i256250-ebadî_bila_hejmara_eskerên_amerîkî_li_iraqê_bê_kêmkirinê
Serokwezîrê Iraqê bereberê têkçûna koma têrorîst a DAIŞ`ê xwest ku hebûna eskerên maerîkî li wîe welatê ereb bê kêmkirinê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 17, 2017 14:42 Asia/Tehran
  • Ebadî: Bila hejmara eskerên amerîkî li Iraqê bê kêmkirinê

Serokwezîrê Iraqê bereberê têkçûna koma têrorîst a DAIŞ`ê xwest ku hebûna eskerên maerîkî li wîe welatê ereb bê kêmkirinê.

Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê got: Li halekî ku em nêzîkî têkbirina DAIŞ`ê dibin, pêwîst e ku hejmara hêzên hevgirtîyê me ku alîkarîya me dikin, bê kêmkirinê. Wî ev gotin berî serdana xwe bo Waşîngtonê û hevdîtina ligel Donald Trump serokomarê Amerîkayê anî zimîn.

Serokwezîrê Iraqê got: Em dizanin ku gellek welatan alîkarîya Iraqê kirin. Hejmara hêzên wan jorda çû û li şerê Nêynewayê nemaze li rojavaya vê parêzgehê giheşte asta jorîn. Piştî vê opêrasyonê yê hejmara hêzên hanê bê kêmkirinê.

Heyder Ebadî bal kişand ser dewama opêrasyona azadkirina Mûsilê, baregeha dawîyê ya DAIŞ`ê li Iraqê û got: DAIŞ li ber têkçûn û jinavçûnê ye. Malbatên wan direvin.

Serokwezîrê Iraqê got: Em divê hêzên xwe yên çekdar û ewlehyê bihêz bikin û eva hewcedarê alîkarîyên zef ên hevgirtîyên me ye. Me perwerdekirina hêzên polîs ên herêmî li parêzgehên Enbar, Selahedîn û Bexdayê destpê kirîye û ev pêvajoya yê hemî parêzgehên Iraqê bigire ber xwe ta ku hemî hêzên polîs li Iraqê bilî artêşê û hêzên dijî têrorîsmê careka din perwerde bibin.