Daxwaza merceyê iraqî ji Erdogan: Bizvire himbêza umeta islamê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i256248-daxwaza_merceyê_iraqî_ji_erdogan_bizvire_himbêza_umeta_islamê
Yek ji merceyên teqlîdê yên şîeyên Iraqê ji serokomarê Tirkîyê xwest ku bi vegera li himbêza umeta islamê, jibo parastina tifaq û yekperçetîya miletên misilman hewl bide.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 17, 2017 14:23 Asia/Tehran
  • Daxwaza merceyê iraqî ji Erdogan: Bizvire himbêza umeta islamê

Yek ji merceyên teqlîdê yên şîeyên Iraqê ji serokomarê Tirkîyê xwest ku bi vegera li himbêza umeta islamê, jibo parastina tifaq û yekperçetîya miletên misilman hewl bide.

Li gorî rapora kanala nûçan a Someriye NEWS`ê, Mihemedteqî Muderisî merceyê dînî yê iraqî li axavtina xwe ya hefteyê, temî da Receb Teyîb Erdogan serokomarê Tirkîyê ku desta ji kutana derîyên Ewropayê ku hinek ji welatên wê hela jî di atmosfera şerên selibî da dijîn bikişîne û bizvire himbêza umeta islamê.

Rayedarên YE`yê vê dawîyê Receb Teyîb Erdogan û rayedarên din ên dewleta Tirkîyê li warê tundrêtîyê tawanbar kirine.

Dewleta Tirkîyê jî roja sêşemê wekî berteka li hemberî daxûyanîya hevpar a Fêdêrîka Mogêrînî berpirsa sîyaseta derve ya YE`yê û Yohans Han komîserê karên sîyaseta cînaretîya baş a YE`yê ragihand ku ev daxûyanîya neberaqil û bêqîmet e.

Muderisî li dawîya xeberdana xwe ya hefteyê ji kesên ku bi destê DAIŞ`ê hatine xapandinê lê dest wan li kuştina gelê Iraqê tineye xwest ku tobê bikin û pêkutî kir: Iraq garantîyê dide ku bi awayekî dadmendane dîwana wan bike.

Vî merceyê dînî ji gelê Iraqê jî xwest ku zêdetir pişta hêzên çekdar ên vî welatî bigirin û awareyên ku bi hegera opêrasyonên leşkerî terka bajarên xwe didin, bihewînin.