Şandina karwanê herî mezin ê alîkarîyên insanî ji Kerbelayê bo Mûsilê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i256246-Şandina_karwanê_herî_mezin_ê_alîkarîyên_insanî_ji_kerbelayê_bo_mûsilê
Karwanê herî mezin ê alîkarîyên insandostîyê ji Kerbelayê ber bi Mûsilê va birê ket.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 17, 2017 14:09 Asia/Tehran
  • Şandina karwanê herî mezin ê alîkarîyên insanî ji Kerbelayê bo Mûsilê

Karwanê herî mezin ê alîkarîyên insandostîyê ji Kerbelayê ber bi Mûsilê va birê ket.

Navenda ragihandinê ya Hêzên Heşdi Şeibî ragihand ku mezintirîn karwanê alîkarîyên mirovdostîyê ji bajarê Kerbelayê ber bi Mûsilê va hat şandinê.

Di daxûyanîya Hêzên Heşdi Şeibî da hatîye ku mezintirîn karwanê alîkarîyên mirovdostîyê îro ji bajarê Kerbelayê ber bi Mûsilê va hat şandinê.

Li gorî vê raporê, ev karwana 17 kamyonan digire ber xwe ku xwarek, petû (betanî), çadir û alavên pizişkîyê bar kirine û di çarçova kempêyna `` Ber Xatirê We`` jibo awareyên Mûsilê hatine şandinê.

Hejmara awareyên ji rojavaya Mûsilê ji 100 hezar kesî derbas bûye. Hêzên iraqî ku berî vîya beşa rojhilata Mûsilê azad kirin, niha li hin deverên rojavaya vî şarî pêşda diçin.

Di vî halî da Eşwaq Caf endama Komsyona Mafên Mirovan a parlimana Iraqê got: Mijara alîkarîyên navnetewî jibo awareyên iraqî, tenê propagande ye.

Wê li gotûbêja ligel ajansa nûçan a Al-Malumê tevî propganda mêdyayî wesifkirina alîkarîyên sazîyên navnetewî jibo awareyên iraqî, got: Hejmara awareyên Mûsilê niha ji 200 hezar kesî derbas bûye, lewma divê civaka cehanî berpirsîyên xwe li bara van awareyana cih bîne.

Vê endama Komsyona Mafên Mirovan a meclisa Iraqê herwiha got: Hejmara awareyên ji rojavaya Mûsilê zêde dibe û ew tûşî kêmbûna xizmetan bûne lewma, sazîyên navnetewî divê dûrî propagandên mêdyayî û bi awayekî cidî alîkarîyê bidin van awareyan.