Kuştina têrorîstên DAIŞ`ê li parêzgeha Selahedîna Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i256224-kuştina_têrorîstên_daiŞ_ê_li_parêzgeha_selahedîna_iraqê
Hêzên gelanî yên Iraqê qala kuştin ûbirîndarkirina 23 têroprîstên DAIŞ`î li parêzgeha Selahedînê li bakurê Iraqê kiirn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 17, 2017 12:53 Asia/Tehran
  • Kuştina têrorîstên DAIŞ`ê li parêzgeha Selahedîna Iraqê

Hêzên gelanî yên Iraqê qala kuştin ûbirîndarkirina 23 têroprîstên DAIŞ`î li parêzgeha Selahedînê li bakurê Iraqê kiirn.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Iraqê (WA), hêzên seferberioya gelanî yên Iraqê nasyar bi Heşdê Şeibî bi daxûyaniyekê ragihandin: Hêzên gelanî yên Iraqê li dû wergirtina zanyariyan roja îniyê bi opêrasiyonekê li navçeya Celam a Samerayê li parêzgeha Selahedînê, heft têrorîstên DAIŞ`î kuştin û 16 kes ji wan birîndar kirin.

Fermandetiya polîsê navendî yê Iraqê jî bi daxûyanityekê ragiahnd: Hêzên polîs bi hevahengiya digel hêzên lezbertek Mizgefta Paşa, Kolana El Edale û Bazara Bab El Serayê li rojavaya Mûsila navenda parêzgeha Nêynewayê li bakurê Iraqê azad kiirn.

Fermandetiya polîsê navendî yê Iraqê ragihand: Firokeyên şêrr ên iraqî jî çeperên DAIŞ`ê li derdora mizgefta Camê ya Nûrî (Miozgefta ku Ebu bekir El bexdadî serkirdeyê DAIŞ`ê xutbeta qaşo xelafetê li wuir xwend) li rojavaya Mûsilê bixin ber êrîşa xwe.

Hêzên iraqî vê dawiyê piştî azadkirina tam a rojhilata Mûsilê karîn ku kontrola pirraniya avahiyên dewletê li rojavaya Mûsilê bixin destê xwe.

Bajarê Mûsilê duyemîn bajarê mezin ê Iraqê ji sala 2014`an va di bin dagirkeriya koma têrorîst a DAIŞ`ê da ye. Hêzên iraqî li ser fermana heyder Ebadî serokwezîr û fermandarê giştî yê hêzên çekdar ên Iraqê ji 17`ê Cotmhea 2016`an opêrasiyona azadkirina Mûsilê ji bin kontrola DAIŞ`ê dest pê kirin.