7 kuştî û 43 birîndar li encama teqîna terorîstî ya Tikrîtê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i256126-7_kuştî_û_43_birîndar_li_encama_teqîna_terorîstî_ya_tikrîtê
Li encama teqîna trimbêleke bombekirî li navenda bajarê Tikrîtê ya parêzgeha Selahedînê, herîkêm 7 kes hatin kuştin û 43 kes birîndar bûn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 16, 2017 07:07 Asia/Tehran
  • 7 kuştî û 43 birîndar li encama teqîna terorîstî ya Tikrîtê

Li encama teqîna trimbêleke bombekirî li navenda bajarê Tikrîtê ya parêzgeha Selahedînê, herîkêm 7 kes hatin kuştin û 43 kes birîndar bûn.

 Li gorî rapora IRNA`yê, piştî vê teqîna terorîstî, Muhemed Teqî El-Amêrlî, endamê konseya parzêgeha Selahedînê û Muhemed El-Kerbolî endamê komîsyona ewlehî û berevaniyê ya parlemana Iraqê daxwaza lêkolînên destxwe li bara vê êrişê kirin.

 Li encama teqîna  çarşemiyê şevê ya Tikrîtê, herîkêm 20 trimbêl di nava êgir de şewitîn û ziyan hinek firoşgehan ket.

  Terorîstên DAIŞ`ê piştî işkestên berdewam li hember hêzên iraqî bi taybet li parêzgeha bakurî ya Neynewayê, dest bi kuştina xelkê sivîl li bajarên  curbicur ên Iraqê kirine.

Koma terorîst a DAIŞ`ê li sala 2014`an  bi piştgiriyên  aborî û eskerî yên Amerîkayê û hevpeymanên  rojavayî û navçeyî yên vî welatî ji wan Tirkiye û Erebistanê bi êrişa  ser Iraqê, hin beşên bakur û rojavaya  vî welatî dagir kirine û cinayetên  zav pêk anîne.

 Ji hîngê ve heya niha hêzên iraqî piraniya navçên  dagirbûyî azad kirine.