Sekinîna ser qebûlnekirina mudaxila Tirkiyê li Başîqayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i256100-sekinîna_ser_qebûlnekirina_mudaxila_tirkiyê_li_başîqayê
Wezîrê karên derve yê Iraqê û sekreterê giştî yê Yekitiya Ereban cardin ragihandin ku mudaxilên Tirkiyê li Başîqê şermezar dikin û divê kuta bibe . Sekreterê giştî yê Yekitiya Ereban li bara mesela vegeriyana Sûriyê nav Yekitiya Ereban jî got ku li vê barê hin pirsgirêk hene.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 15, 2017 15:24 Asia/Tehran
  • Sekinîna ser qebûlnekirina mudaxila Tirkiyê li Başîqayê

Wezîrê karên derve yê Iraqê û sekreterê giştî yê Yekitiya Ereban cardin ragihandin ku mudaxilên Tirkiyê li Başîqê şermezar dikin û divê kuta bibe . Sekreterê giştî yê Yekitiya Ereban li bara mesela vegeriyana Sûriyê nav Yekitiya Ereban jî got ku li vê barê hin pirsgirêk hene.

Li gorî rapora Fars Newsê,  Îbrahîm Ceferî wezîrê karên derve yê Iarqê û Ehmed Ebû -El-Xeyt sekreterê giştî yê Yekitiya Ereban li Bexdayê civîneke rojnamevaniyê ya hevpar li dar xistin. 

 Li gorî rapora  kanala  Al-Jazeera, El-Ceferî got : Em  hêvî dikin ku Yeketiya Ereb li rawestana li ber terorîzmê li kêleka Iraqê raweste.

 Wî li dewamê got : Helwêsta yekgirtî ya erebî li dijberiya li hember mudaxila Tirkiyê li Başîqayê peyameke bihêz bû bo piştgiriya ji Iraqê.

 Ebû El-Xeyt jî got ku  Yekitiya ereban ji Iraqê piştgiriyê dike û çend caran li dijî mudaxila Tirkiyê li Başîqayê rabûye.

 Wî destnîşan kir: Hin pirsgirêk li bara vegeriyana  Sûriyê bo nav Yekitiya Ereban heye û ez bawer im ku ev mijara  piştî çareserkirina biaşitî dê safî bibe.

 Hêzên Tirkiyê çend mehan pêştir bi mehana perwerdekirina hêzên kurd derbasî navça Başîqayê li bakurê iarqê bûn û hîn jî ji vê navçê derneketine.