Rawestgeha trenan a Mûsila Iraqê hat azad kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i256086-rawestgeha_trenan_a_mûsila_iraqê_hat_azad_kirin
Hêzên ewlehiyê yên Iraqê di encama operasyona azadkirina navçên rojava Mûsilê de ji bin lepên grûpa terorîstî ya DAIŞê, Rawestgeha (Stasiyon) trenê ya vî bajarî azad kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 15, 2017 14:23 Asia/Tehran
  • Rawestgeha trenan a Mûsila Iraqê hat azad kirin

Hêzên ewlehiyê yên Iraqê di encama operasyona azadkirina navçên rojava Mûsilê de ji bin lepên grûpa terorîstî ya DAIŞê, Rawestgeha (Stasiyon) trenê ya vî bajarî azad kirin.

 Li gorî rapora  roja çarşemiyê ya Press TV, Raid Şakir Cewdet, fermandê polîsê federala Iraqê ragihand ku hêzên  polîsê vî welatî xêncî rawestgeha trenan,  termînaleke  ûtûbûsê ji lepên terorîstên DAIŞê derxistine.

 Di eynî demê de, Selam  Cebr Salom, rêveberê şîrketa riya hesin a trenê li Iraqê got ku ev rawestgeha trenan  riya sereke ya  bakur bo başûr bû û ew jibo guhestina kelûmelan ji Tirkiyê û Sûriyê bo Bexda û Besrê dihat bikar anîn.

 Li gorî ragihandina Salomê, beriya derbasbûna  terorîstên DAIŞê nav Mûsilê, îzgeha trenê ya vî bajarî ji ber giringiya wê ketibû ber bi  êrişên  terorîstî yên curbicur.

Îzgeha trenê li başûrê rojava  bajarê kevnare  ya Mûsilê ku niha cihê pevçûna  hêzên iraqî û terorîstên DAIŞê ye  ku  pevçûna  vê taxê ji ber şeqamên  wê yên  tengav yek ji beşên  herî dijwar ên şerê li hember tekfîriyan tê hejmarê ji ber ku  îmkana  bikaranîna  trimbêlên zirihî jibo eskerên  iraqî tine.

 Hêzên iraqî ji 19 Sibata 2017`an  heya niha  zêde ji sedî 40 rojava  Mûsilê ji lepên  grûpa terorîstî ya DAIŞê azad kirine.