Rawestgeha trenan a Mûsila Iraqê hat azad kirin
Hêzên ewlehiyê yên Iraqê di encama operasyona azadkirina navçên rojava Mûsilê de ji bin lepên grûpa terorîstî ya DAIŞê, Rawestgeha (Stasiyon) trenê ya vî bajarî azad kirin.
Li gorî rapora roja çarşemiyê ya Press TV, Raid Şakir Cewdet, fermandê polîsê federala Iraqê ragihand ku hêzên polîsê vî welatî xêncî rawestgeha trenan, termînaleke ûtûbûsê ji lepên terorîstên DAIŞê derxistine.
Di eynî demê de, Selam Cebr Salom, rêveberê şîrketa riya hesin a trenê li Iraqê got ku ev rawestgeha trenan riya sereke ya bakur bo başûr bû û ew jibo guhestina kelûmelan ji Tirkiyê û Sûriyê bo Bexda û Besrê dihat bikar anîn.
Li gorî ragihandina Salomê, beriya derbasbûna terorîstên DAIŞê nav Mûsilê, îzgeha trenê ya vî bajarî ji ber giringiya wê ketibû ber bi êrişên terorîstî yên curbicur.
Îzgeha trenê li başûrê rojava bajarê kevnare ya Mûsilê ku niha cihê pevçûna hêzên iraqî û terorîstên DAIŞê ye ku pevçûna vê taxê ji ber şeqamên wê yên tengav yek ji beşên herî dijwar ên şerê li hember tekfîriyan tê hejmarê ji ber ku îmkana bikaranîna trimbêlên zirihî jibo eskerên iraqî tine.
Hêzên iraqî ji 19 Sibata 2017`an heya niha zêde ji sedî 40 rojava Mûsilê ji lepên grûpa terorîstî ya DAIŞê azad kirine.