Peydakirina gorneke komkî ya gorîyên cinayeta Spaykerê li Selahedîna Iraqê
Wezareta Tenduristîyê ya Iraqê ragihand ku tîmên pizişkîyê yên vê wezaretxanê duyemîn gorna komkî ya gorîyên cinayeta ku têrorîstên DAIŞ`ê di sala 2014`an da li baregeha leşkerî ya Spaykerê pêk anîn, li navenda şarê Tikrîtê peyda kirin.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Anadoliyê, Zêyd Elî Ebas rêvebirê giştî yê Dayra Pizişkîya Dadê li Wezareta Tenduristîya Iraqê îro bi daxûyanîyekê tevî ragihandina vê nûçeyê da zanîn ku di vê gornê da hestîyên hejmareke zêde ya gorîyên cinayeta hovane ya li Spaykerê li navenda bajarê Tikrîtê hatine peydakirinê.
Wî herwiha got: Hestîyên gorîyan tên derxistinê û hê hejmara deqîq a gorîyan kifş nîne.
Çavkanîyek pizişkîyê li Dayra Tenduristîyê ya Sealhedînê ragihand ku hestîyên 12 gorîyên cinayeta Spaykerê heta niha ji vê gornê hatine derxistinê.
Koma têrorîst a DAIŞ`ê di Hezîrana sala 2014`an da nêzî 1700 serbaz û xwendekarên leşkerîyê li baregeha Spayker a Iraqê li bakûra vî welatî kuştin.