Ebadî: Operasiyona azadkirina Mûsilê gihêştiye qunaxên xwe yên kutahiyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i256038-ebadî_operasiyona_azadkirina_mûsilê_gihêştiye_qunaxên_xwe_yên_kutahiyê
serokwezîrê Iraqê ragihand; Operasiyona hêzên hevpare Iraqê bona azadkirina bajarê Mûsilê ji destê terorîstên DAIŞ`ê gihêştiye qunaxên kutahiyê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 15, 2017 05:55 Asia/Tehran
  • Ebadî: Operasiyona azadkirina Mûsilê gihêştiye qunaxên xwe yên kutahiyê

serokwezîrê Iraqê ragihand; Operasiyona hêzên hevpare Iraqê bona azadkirina bajarê Mûsilê ji destê terorîstên DAIŞ`ê gihêştiye qunaxên kutahiyê.

Li gor rapora IRIB News`ê, Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê êvara sêşemê li Press konferansekê li Bexdayê got: Hêzên iraqî çi li şerên berê dijî terorîstên DAIŞ`ê li parêzgehên Diyale, Enbar û Selahedînê û çi li operasiyona niha ya azadkirina Mûsilê dersek dane terorîstên DAIŞ`ê ku ewna qet ji bîr nakin.

Ebadî destnîşan kir; Niha hêzên iraqî hemû hêza xwe bikar digirin ta ku navçên azadbûyî ji destê terorîstên DAIŞ`ê azad bikin.

Serokwezîrê Iraqê herwisa ragihand; Xebata digel gendeliyê û kokbirkirina gendeliyê li nav welêt ji pilanên piştî operasiyona azadkirina Mûsilê ji destê terorîstên DAIŞ`ê ye.

Ebadî herwisa ji sefera xwe ya bo Amerîka li kutahiya meha Adarê xeber da û got: Li vê seferê tev karbidestên Amerîka dê li bara babetên ewlehiyê û abûrî dê axivtin bê kirin.

Wî li bara sefera vê dûmahîkê ya taximek ji wezareta karên derve yê Iraqê bo Erebistanê jî got: Ev taxima ser deweta Erebistanê çûye Riyazê û hedefa vê seferê jî berfirehkirina hevkariyên abûrî dinavbera du welatan bû.