Artêşa Iraqê û azadkirina çend navçeyên din li rojavaya Mûsilê
Hêzên iraqî îzgeha trenê ya Neynewayê, fabrîka simîtê û çend navçeyên din li rojava Mûsilê azad kirin.
Li gorî rapora El-Alamê, Raid Cewdet, fermandê polîsên Iraqê ragihand hêzên polîs sibeya sêşemiyê karîn ku îzgeha trenê ya Neynewayê azad bikin û operasyona pêşdeçûna li navça Bab El-Tewbê li beşa rojavaya vî bajarî didome.
Hêzên iraqî fabrîka simîtê li navça Bab El-Tewbê li başûrê rojhilata beşa kevnare ya Mûsilê jî azad kirin.
Hêzên gelanî yên iraqî jî îro sêşemiyê vîdyoyek li bara pevçûnên giran navbera polîsê vî welatî tev endamên DAIŞê li navça Ekîdatê li rojava Mûsilê weşand.
Ebdulemîr Yarullah fermandê operasyona azadkirina Mûsilê pêştir ragihandibû ku hêzên polîsê federal ên Iraq navça Ekîdatê azad kirin û alaya Iraqê ser avahiyên wê bilind kirine.
Hêzên iraqî heya niha nêzîkî sedî 40 ê rojava Mûsilê ji lepên grûpa terorîstî ya DAIŞê azad kirine.