Bicihbûna hêzên amerîkî li baregeha Eyn ul Esed a Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i256002-bicihbûna_hêzên_amerîkî_li_baregeha_eyn_ul_esed_a_iraqê
Çavkanîyek haydar li Iraqê ragihand ku 2 hezar hêzên amerîkî li baregeha hewayî ya Eyn ul Esedê li rojavaya Iraqê bicih bûne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 14, 2017 12:32 Asia/Tehran
  • Bicihbûna hêzên amerîkî li baregeha Eyn ul Esed a Iraqê

Çavkanîyek haydar li Iraqê ragihand ku 2 hezar hêzên amerîkî li baregeha hewayî ya Eyn ul Esedê li rojavaya Iraqê bicih bûne.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, efserekî artêşa Iraqê ku navê xwe aşkira nekir, ragihand ku 2 hezar hêzên amerîkî derbasî baregeha hewayî ya Eyn ul Esedê li bakûra parêzgeha Enbarê ya Iraqê bûn.

Ev kiryara Amerîkayê bûye sedema neyarîya berpirs, partî û komên iraqî.

Amerîka idia dike ku serbazên vî welatî bi armanca piştevanîya ji hêzên iraqî li opêrasyona azadkirina Mûsilê ji lepên koma têrorîst a DAIş`ê li Iraqê ne.

Eva li halekî ye ku wezîrê karên hundur ê Iraqê yê berê li nivîsareke aşkirakirinê, li bara perwerdekirina nihênî ya komeke çekdar bi destê hêzên amerîkî li baregeha Eyn ul Esedê hişyarî da û got ku armanca vî karî cihanîna plana perçekirina Iraqê ye.

Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê jî bicaran pêkutî kirîye ku Iraq hewcedarê hêzên bîyanî nîne û hercure opêrasyona leşkerî yan bicihirina hêzên bîyanî li her devereke Iraqê, bêyî rizamendî yan hevdengîya ligel hikûmeta vî welatî, nepêkan e.