Derbasbûna hêzên nû yên emerîkî nav rojava Iraqê derew hat zanîn
Fermandê operasyona hevpar a Iraqê, nûça derbasbûna eskerên nû yên emerîkî bo navenda Eyn Esedê derew da zanîn û hêzên iraqî jî hin navçeyên din li Bab El-Tûba Mûsilê azad kirin.
Li gorî rapora IRIB Newsê, fermandehiya operasyona hevpar a Iraqê roja duşemiyê li daxûyaniyekê nûça derbasbûna du hezar eskerên esklerên nû yên emerîkî bo navenda Eyn Esedê li rojava El-Remadiyê li 90 km ya bakurê El-Enbarê derew da zanîn.
Pêştir efserekî artêşa Iraqê ragihandibû ku du hezar eskerên emerîkî şûne navenda hewayî ya Eyn Esedê li bakurê Enbarê da ku ji operasyona hêzên iraqî jibo azadkirina navçên Enê , Rawe û El-Qaimê li rojava parêzgeha Enbarê heya sînorê hevpar ê Iraq û Sûriyê piştgiriyê bikin.
Niha herîkêm 4 hezar eskerên emerîkî li navendên eskerî li Iraqê bicih bûne ku erla wan a ragihandî perwerdekirina eskerên iraqî ye.
Li gor nûçeyeke din piştî azadkirina taxa El-Nefzê li rojava Mûsilê ji endamên DAIŞê, hêêzn iraqî roja duşemiyê mizgevta Sabûnçî û hotela Bexdayê li navça Bab El-Tûbê li beşa rojava bajarê Mûsilê jî azad kirin û gihêştine 200 mêtriya pireya kevnar a vî bajarî.
Rayedarên iraqî jî ragihandin karzan bi hilkolandina vîdyoyên ku endamên DAIŞê ji operasyona kavilkirina şûnewarên dîrokî li înternetê weşandin, gihêştin vê encamê ku hin peyker û şûnewarên dîrokî ku ji aliyê serkirdê terorîstan û bi şêweya nimayişî hatin kavilkirin jixwe nusxeya qelp û geçiya wê bûye û endamên DAIŞê pirtiyên wê yên esil qaçax kirine dervey Iraqê.