Pêkhatina kempeyna `Ji dilê we re` bona alîkariya bo awareyên Mûsilê
Hêzên gelanî yên Iraqê li bersiva Ayetullah Sîstanî merceyê mezin ê şîeyên vî welatî bona alîkariya awareyên Mûsilê kempeyna ``Ji dil we re`` pêk anîne.
Li gor rapora ajansa nûçan a Fars News`ê, Hêzên gelanî yên Iraqê li bersiva Ayetullah Sîstanî merceyê mezin ê şîeyên vî welatî bona alîkariya awareyên Mûsilê kempeyna ``Ji dilê we re`` pêk anîne û deriyên mala xwe li ser awareyên Mûsilê ku piraniya wan ehlê sunet in vekirine û li hemû parêzgehên Iraqê bona van awareyan alîkariyan kom dikin.
Her li vê barê de Ebû Mehdî El-Muhendis alîkarê serokê hêzên Heşda Şeibî yekşemê şev li kêleka fermandarên din ên vê grûpê ji hemû sazî û xelkê Iraqê xwest ku hemû xelkê Iraqê bona alîkariya bo awareyên Mûsilê bêne meydanê.
Wî ragihand; gelek ji xelkê rojavaya Mûsilê ku heta niha grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê ji wan wekî mertala mirovî istifade kiribû, ji vê navçê revîne û dewlet bi tenê nikare alîkariya wan bike û pêwîst e hemû xelkê Iraqê bigehêjin hawara wan.
Ebdul Mehdî El-Kerbelayî nûnerê ayetullah Sîstanî li bajarê Kerbelayê îna bihurî ji xelkê Iraqê xwest ku alîkariya xelkê Mûsilê bikin.
Pêştir jî nivîsgeha Ayetullah Sîstanî karwanên alîkariyê ji bo xelkê Mûsilê şandibû.