Hêzên nû yên Tirkiyê ketine nav bakûra Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i255892-hêzên_nû_yên_tirkiyê_ketine_nav_bakûra_iraqê
Bingehên nûçan ragihandin ku Yekîneyên nû ji artêşa Tirkiyê ketine nav axa bakûra Iraqê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 13, 2017 06:14 Asia/Tehran
  • Hêzên nû yên Tirkiyê ketine nav bakûra Iraqê

Bingehên nûçan ragihandin ku Yekîneyên nû ji artêşa Tirkiyê ketine nav axa bakûra Iraqê.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Bingehên agehdar duh yekşemê ragihandin ku 800 eskerên dine Tirkiyê hevrê digel gelek çek û sîlahên giran yên wekî Top û Tankan ketine nav bakûra Iraqê.

Yekîneya nû ya artêşa Tirkiyê ji derbasgeha Îbrahîm Xelîl li bakûra bajarê Duhokê ketine nav bakûra Iraqê.

Hîn bingehên fermî yên Iraqê li vê barê tu daxûyaniyek nedane.

Bingehên xwecî ji Herêma Kurdistana Iraqê jî bilî piştrastkirina vê nûçê ragihandine,  artêşa Tirk duh danê sibehê gelek leşkerên xwe tevî 8 tankan derbasî herêma Sideqa kir.

Tirkiyê li halekê parek din ji eskerên xwe şandiye nav axa Iraqê ku karbidestên vî welatî bicaran ji Enqerê xwestiye, hêzên xwe yên eskerî ji nav axa Iraqê derxîne, lê Tirkiyê bêyî berçavgirtina vê xwesteka dewleta Iraqê hêzên xwe li nav axa Iraqê bi cih kiriye.

Ji aliyê dinve piştî şer û pevçûna dinavbera hêzên pêşmerge û hêzên berevaniya Şengalê alîkarê serokwezîrê Tirkiyeyê Kaynak ku ji bo hin hevdîtinan çûbû bajarê Kilîsê, li vir axivî û ragihand daxwaza me ya herî mezin ew e ku birêz Barzanî li hemberî Yekîneyên Berevaniya Şengalê bi ser keve. Lê heke ku nebe dê pêwistiyên vê dîsa Komara Tirkiyeyê bi zanebûna Hêzên Çekdar ên tirk diyar bike."

Kaynak ragihand ku Kilîs li ser sînorê Sûriyeyê ye. Kaynak li wê derbarê şerê di navbera Pêşmergeyên Roj û YBŞê de zimanê rexneyê bikar girt û got ku ew ê nehêlin Şingal bibe Qendîleke nû.