Mûsil li bereberê kutabûna şêr
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i255848-mûsil_li_bereberê_kutabûna_şêr
Serokwezîrê Iraqê destnîşan kir; Operasiyona azadkirina Mûsilê bi tamî serketî bûye, ji ber ku dijmin yan direve yan tê kuştin û hêzên iraqî dê bitamî grûpa terorîst a DAIŞ`ê jinav bibin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 12, 2017 08:53 Asia/Tehran
  • Mûsil li bereberê kutabûna şêr

Serokwezîrê Iraqê destnîşan kir; Operasiyona azadkirina Mûsilê bi tamî serketî bûye, ji ber ku dijmin yan direve yan tê kuştin û hêzên iraqî dê bitamî grûpa terorîst a DAIŞ`ê jinav bibin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a ISNA`yê, Serokwezîrê Iraqê li gotûbêja xwe ya duh şemiyê tev rojnama almanî ya Bîldê got: Şerê nav Mûsilê dê bi vê zûtiyê kuta bibe û hêzên me ji aliyê rojavaya Mûsilê va gihêştine navenda Mûsilê û hema bi vê zûtiyê dê DAIŞ ji nav Mûsilê dê bê derxistin.

Ebadî li bersiva vê pirsê ku `gelo iraqiyên nav Almanê jî niha dikarin bizivirin welatê xwe Iraqê` jî got: ``Belê ewna dikarin bên Iraqê û me pilanek daniye ku wan bizivirînin nav Iraqê û eva ser qazanca me ye û em naxwazin hevwelatiyên me ji nav axa me derkevin û bibin penaber``.

Wî li bara viya ku gelo dewleta Iraqê dikare ewlehiya welatiyên xwe dabîn bike jî got: ``Eger berê xwe bidin ew tişta ku li Mûsilê diqewime, bibaşî dibînin ku me terorîstên DAIŞ`ê li nav axa Iraqê û li nav Mûsilê jinav birine, em dixebitin ku hemû axa Iraqê ji destê terorîstên DAIŞ`ê derxînin û rewşê bona jiyana ewleh bo welatiyên xwe dabîn bikin``.

Koma têrorîst a DAIŞ`ê sala 2014`an bi piştgiriyên malî û çekdarî yên Amerîka û hevpeymanên rojavayî û hin welatên navçeyê bi taybet Erebistan û Tirkiyê bi êrîşa ser Iraqê, beşin berfire ji navçeyên bakur û rojavaya vî welatî dagir kirin û gellek cinayet pêk anîn.

Ji wê demê û bi vir da hêzên iraqî pirraniya navçeyên dagirbûyî azad kirine.