Jinavçûna pêgehên terorîstan li Til Eferê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i255844-jinavçûna_pêgehên_terorîstan_li_til_eferê
Artêşa Iraqê duh şemiyê navenda têlêkoma grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê li bajarê Til Eferê li rojavaya Mûsilê jinav bir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 12, 2017 07:32 Asia/Tehran
  • Jinavçûna pêgehên terorîstan li Til Eferê

Artêşa Iraqê duh şemiyê navenda têlêkoma grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê li bajarê Til Eferê li rojavaya Mûsilê jinav bir.

Li gorî rapora IRIB News`ê, Hêza hewayî ya Iraqê li daxûyaniya xwe ya duh şemiyê ragihand ku navenda telikoma DAIŞ`ê li bajarê Til Eferê jinav bir ku li vê navendê embarên çek û sîlahan û karistana bombeçêkirinê hebûn.

Ji aliyê dinve, Cebar Hesen ji qumandên artêşa Iraqê ragihand ku bona kemilandina operasiyona azadkirina bajarê Mûsilê ji destê terorîstên DAIŞ`ê yekîneyên alîkariyê yên artêş û hêzên gelanî yên vî welatî gihêştine navçê û li navça Badûşê bi cih bûne.

Operasiyona azadkirina navça Badûşê ji çend roj berî niha û bi pişkdariya hêzên artêşa Iraqê û hêzên gelanî yên vî welatî li derûdora vê navçê destpê bû.

Ji aliyê dinve Loqman Omer Tayî çalakê medenî yê iraqî li Mûsilê ragihand, gelek nûçe hene ku nîşan didin terorîstên DAIŞ`ê xurtên iraqî îdam dikin û bi vê qirarê DAIŞ dixwaze tirs û xofê têxe dilê xelkê Iraqê.

Beşa rojhilata  bajarê Mûsilê duyem bajarê mezin ê Iarqê li operasyonekê ku ser fermana  Heyder Ebadî serokwezîr û fermandê giştî yê Iarqê ji 17`ê Cotmehê ve destpê bû, ji DAIŞ`ê hat paqijkirin. Hêzên iraqî ji 19`ê Sibata 2017`an operassyona  azadkirina  beşa  rojava  vî bajarî destpê kirine.

Beşa Badoşê li bakûra şarê Mûsilê, deverek e ku girtîgeha navdar a wê yek ji cihên kuştina komk ya zîndanîyên iraqî di Hezîrana sala 2014`an da bi destê têrorîstên DAIŞ`ê bûye.