Dewama pêşketina artêşa Iraqê li rojavayê Mûsilê
Qumandetiya operasiyona azadkirina Neynewayê îro ragihand ku hêzên iraqî ketine nav navçên mûsila kevn û gorekî bi kom li zîndana Badûşê hate kifş kirin û operasiyona azadkirina bajarê Bakûşê hîn jî didome.
Hêzên iraqî îro ketine nav riya sereke ya nav Mûsilê û navçên serekeye mûsila kevn û kolana Xalêdbin Welîd jî ji destê terorîstên DAIŞ`ê girtin.
Berpirsê ragihandina hêza gelanî ya Iraqê herwisa ji kifşbûna gorekî komkî li zîndana Badûşê li rojavaya Mûsilê xeber da.
Ji aliyê dinve hatiye ragihandin ku hêza hewayî ya Iraqê navenda telikoma DAIŞ`ê li bajarê Teleferê jinav birin ku li vê navendê embarên çek û sîlahan, karistana bombeçêkirinê hebûn.
Reşîd Yarullah qumandê operasiyona `` Ber bi te tên Nêynewa``yê jî li daxûyaniyekê ragihand Leşkerê 9-an a zrêxpûşe artêş û leşkerê Îmam Elî , gundên El-Cemase û El-Hemîdatê li aliyê başûra bajarê Badûşê li bakûra rojavaya Mûsilê azad kirin.
Yarullah herwisa ji desthilata hêzên iraqî ser qiraxa rojavaya çemê Dicleyê xeber da.
Ji aliyê dinve Evdilemîr Yarulah fermandarê opêrasyona Nêynewayê duh danê êvarê ragihand ku hêzên iraqî karîn gundên Cemase û Hemîdatê li derdora bakûra bajarê Mûsilê azad bikin û perrava rojavaya Diclê jî bêxin bin kontrola xwe.
Fermandarê opêrasyona Nêynewayê herwiha got: Hêzên iraqî herwiha karîn hejmareke din a taxên Mûsilê ji wan taxên Nebî Şêyt, Hey, Amil-1û 2 û Ekîdatê li beşa rojavaya şarê Mûsilê ji lepên têrorîstên DAIŞ`ê azad bikin.
Yarulah herwiha got: Beşa 9 a zêrêhî ya artêşa Iraqê ligel komeke hêzên Heşdi Şeibî başûra beşa Badoş li rojavaya Mûsilê azad kirin.
Sed Mein qumandê operasiyona hêzên dijî terora Iraqê li gotinên xwe yên îro îniyê ragihand ku sedî 50 ji navça El-Amêlê li rojavaya Mûsilê ji destê terorîstên DAIŞ`ê hatiye derxistin û pêşbînî tê kirin ku saetên pêşberî me da ev navça bi tamî ji destê terorîstên DAIŞ`ê were azadkirin.
Mein Esedî ragihand ku ji ber ku pişka kevn a bajarê Mûsilê kolanên dirêj hene û avahiyên zav li vê navçê hene pêşbînî tê kirin ku şerê dijî terorîstên DAIŞ`ê li vê navçê dijwar be.
Beşa rojhilata bajarê Mûsilê duwem bajarê mezin ê Iarqê li operasyonekê ku ser fermana Heyder Ebadî serokwezîr û fermandê giştî yê Iarqê ji 17`ê Cotmehê ve destpê bû, ji DAIŞ`ê hat paqijkirin. Hêzên iraqî ji 19`ê Sibata 2017`an operassyona azadkirina beşa rojava vî bajarî destpê kirine.
Beşa Badoşê li bakûra şarê Mûsilê, deverek e ku girtîgeha navdar a wê yek ji cihên kuştina komk ya zîndanîyên iraqî di Hezîrana sala 2014`an da bi destê têrorîstên DAIŞ`ê bûye.
DAIŞ`ê hemî girtîyên di wê zîndanê da, şîe, kurd, êzidî û Şebek hemî di rojekê da kuştin.
Ji hêla din va, bi sedan malbatên iraqî karîn bi alîkarîya hêzên iraqî ji xetên pevçûnê li Mûsilê rizgar bibin û bo deverên hêmin bên veguhestin.
Hêzên hevpar ên iraqî ji destpêka opêrasyona azadkirina beşa rojavaya Mûsilê, ji 19`ê Sibata îsal heta niha karîne dever û gundên curbicur li vê navçê bêxin bin kontrola xwe.