Cebar Yawer: DAIŞ`î dê herin ser çiyan
Sekreterê giştî yê wezareta pêşmergeyan ya Herêma Kurdistana Iraqê bal kişande ser viya ku tiştek nemaye Mûsil ji destê terorîstên DAIŞ`ê azad bibe û got: Terorîstên DAIŞ`ê piştî işkesta li nav Mûsilê dê herine nav çiyan û dest bi êrişên partîzanî bikin.
Sekreterê giştî yê wezareta pêşmerge yê Herêma Kurdistana Iraqê li gotûbêja xwe ya tev NRT`yê , bal kişande ser viya ku grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê jî dê bi vê zûtiyê li nav Mûsilê işkestê bixwen û ragihand ku terorîstên DAIŞ`ê jî wekî El-Qaidê li salên 2005 û 2006 ku piştî işkestê çûne nav çol û çiyayên Iraqê , ewna jî dê hema pilaneke wiha organîze bikin û dest bi êrişên partîzanî û rehîngirtina xelkê bikin.
Cebar Yawer bilî ku pesna xebata hêzên pêşmerge da ji bo azadkirina parek pir ji axa Iraqê ji destê terorîstên DAIŞ`ê û destnîşan kir; Hîn jî ji ber ku mûçeya hêzên pêşmerge nedane wan, ewna rastî pirsgirêkan hatine.
Wî destnîşan kir ku pêwîst e çek û sîlah û mûçeya hêzên pêşmerge wekî hêzên gelanî li nav Iraqê bê dan.