Şar press: Pêgiriya serokwezîrê Iraqê ser çêkirina palîngehek niftê li Kirkûkê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i255728-Şar_press_pêgiriya_serokwezîrê_iraqê_ser_çêkirina_palîngehek_niftê_li_kirkûkê
Li gorî rapora ajnansa nûçan a Şar Press`ê, Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê li sefera xwe ya bo Silêmaniyê ser çêkirina palîngeheke niftê li Kirkûkê sekinî.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 10, 2017 13:20 Asia/Tehran
  • Şar press: Pêgiriya serokwezîrê Iraqê ser çêkirina palîngehek niftê li Kirkûkê

Li gorî rapora ajnansa nûçan a Şar Press`ê, Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê li sefera xwe ya bo Silêmaniyê ser çêkirina palîngeheke niftê li Kirkûkê sekinî.

Li gorî rapora ajnansa nûçan a Şar Press`ê, Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê li sefera xwe ya bo Silêmaniyê û hevdîtina tev endamên nivîsgeha siyasî ya Partiya Yeketiya Niştîmaniya Kurdistana Iraqê (YNK) ser çêkirina palîngeheke niftê li Kirkûkê sekinî û soz da ku bi zûtî dê palîngeheke niftê li Kerkûkê bê avakirin.

Endamên nivîsgeha siyasî ya Partiya Yeketiya Niştîmaniya Kurdistana Iraqê (YNK) jî ragihandine ku eger bê û ew soz û qirara ku Ebadî daye serê xwe negire ewna dê helwêsteke tund bigirin ber xwe.

Endamên nivîsgeha siyasî ya Partiya Yeketiya Niştîmaniya Kurdistana Iraqê li hevdîtina tev Ebadî bal kişande ser rûdawa kuntrola meydanên niftî yên bakûra Kirkûkê ji aliyê YNK`ê û ragihandin ku ev kara ji ber viya bû ku kompaniya Kar Grûpê ser bi Partiya Demokrata Kurdistana Iraqê rêketinnama navbera Hewlêr û Bexdayê li bara wergirtina kesên xwecî û yên ku ser bi tu partiyekê nînin, cih neanîbû.

Li destpêka vê mehê hêzên YNK`ê li Kirkûkê kuntrola 3 meydanên niftî ku li destê kompaniya nifta Bakûr bûn, xistin kuntrola xwe.