Desteka amerîkiyan bo El Bexdadî ji bo revîna ji rojavaya Mûsilê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i255686-desteka_amerîkiyan_bo_el_bexdadî_ji_bo_revîna_ji_rojavaya_mûsilê
El Heşd El Şeibî ragihand ku hêzên amerîkî alîkarî dane Ebu Bekir El Bexdadî serkirdeyê sereke yê koma têroîst a DAIŞ`ê ku ji beşa rojavayaiya Mûsilê bireve.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 10, 2017 07:02 Asia/Tehran
  • Desteka amerîkiyan bo El Bexdadî ji bo revîna ji rojavaya Mûsilê

El Heşd El Şeibî ragihand ku hêzên amerîkî alîkarî dane Ebu Bekir El Bexdadî serkirdeyê sereke yê koma têroîst a DAIŞ`ê ku ji beşa rojavayaiya Mûsilê bireve.

Li gorî rapora IRNA`yê, Cewad El Tebyawî ji fermandarên hêzên seferberiya gelanî yên Iraqê nasyar bi hêzên Heşdi Şeibî, êvara pêncşemiyê got: Amerîkiyan li cîbicîrkirina El Bexdadî ji beşa rojavayiya Mûsilê ku niha hêzên iraqî li halê paqijkirna wê ji destê têrorîstan in û veguehstina wî bo ciyekî navbera El Qîrwan û bajarê El Hezerê li 80 kîlomêtriya başûrê Mûsilê rola xwe hebûne.

Hêzên iraqî niha li dû naskirina ciyê xweveşartina Ebu Bekir El Bexdadî serkirdeyê sereke yê DAIŞ`ê ne.

Ebu Bekir El Bexdadî kilîda bersivdana gellek ji pirsan li bara qeyranên ewlehiyê yên navçeyê di heyama 5 salên buhurî da ye ku bi girtina wî dê gellek dosye bên vekirin û rola hinek ji welatên navçeyê li warê berbelavkirina têrorîsmê û piştgiriya ji têrorîstan dê were eşkerekirin.

Koma têrorîst a DAIŞ`ê sala 2014`an bi piştgiriyên malî û çekdarî yên Amerîka û hevpeymanên rojavayî û hin welatên navçeyê bi taybet Erebistan û Tirkiyê bi êrîşa li ser Iraqê, beşin berfire ji navçeyên bakur û rojavaya vî welatî dagir krin û gellek cinayet pêk anîn.

Ji wê demê û bi vir da hêzên iraqî pirraniya navçeyên dagirbûyî azad kirine.