Azadkirina hin navçeyên din ji lepên DAIŞ`ê li rojava Mûsila Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i255678-azadkirina_hin_navçeyên_din_ji_lepên_daiŞ_ê_li_rojava_mûsila_iraqê
Fermandeyê operasyona Neynewayê li Iraqê li bara azadkirina gundên Beytar û Ekîlatê li beşa rojava bajarê Mûsilê agahî da.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 09, 2017 17:33 Asia/Tehran
  •  Azadkirina hin navçeyên din ji lepên DAIŞ`ê li rojava Mûsila Iraqê

Fermandeyê operasyona Neynewayê li Iraqê li bara azadkirina gundên Beytar û Ekîlatê li beşa rojava bajarê Mûsilê agahî da.

 Li gorî rapora El-Alamê, Ebdulemîr Reşîd Yarullah fermandê operasyona  Neynewayê roja pênşemiyê ragihand: Yekînên tîpa zirihî ya Nehem û tîpa têkoşer a El-Ebas li operasyonekê karîn ku  gundên  Beytar û Ekîlatê li nêzîkî fabrîkeya  simîtê ya Badoşê li beşa rojava  bajarê Mûsilê ya Iraqê azad bikin. Hêzên ewlehiyê yên Iraqê jî, 30 jinên DAIŞê li başûrê Mûsilê girtin.

 Eva li halekî ye ku hêzên ewlehiyê yên Iraqê li halê cihanîna  operasyona lêgerîn û paqijkirina  taxên azadbûyî ji lepên  DAIŞ`ê li rexê başûrê Mûsilê ne.

Beşa rojhilata  bajarê Mûsilê duwem bajarê mezin ê Iarqê li operasyonekê ku ser fermana  Heyder ebadî serokwezîr û fermandê giştî yê Iarqê ji 17 Cotmehê ve destpê bû, ji DAIŞ`ê hat paqijkirin. Hêzên iraqî ji 19 Sibata 2017an operassyona  azadkirina  beşa  rojava  vî bajarî destpê kirine.