Pêntagon: Ebûbekir Bexdadî ji Mûsilê Reviye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i255648-pêntagon_ebûbekir_bexdadî_ji_mûsilê_reviye
Rayedarekî wezareta berevaniyê ya Emerîkayê ragihand ku Ebûbekir Bexdadî serkirdê grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê beriya dorpêçkirina Mûsilê ji aliyê hêzên ewlehiye Iraqê ji vî bajarî reviye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 09, 2017 14:02 Asia/Tehran
  • Pêntagon: Ebûbekir Bexdadî ji Mûsilê Reviye

Rayedarekî wezareta berevaniyê ya Emerîkayê ragihand ku Ebûbekir Bexdadî serkirdê grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê beriya dorpêçkirina Mûsilê ji aliyê hêzên ewlehiye Iraqê ji vî bajarî reviye.

 Rayedarekî wezareta berevaniyê ya Emerîkayê ku nexwest navê wî eşkere bibe  li bersiva  telefonê ji nûçegihanan re got: Em dizanin ku Bexdadî beriya êrişa artêşa Iraqê li Mûsilê bûye lê beriya dorpêçkirina  bajarê ji wir derketiye.

 Ji aliyê din ve çavkaniyeke  ewlehiyê li parêzgeha  Neynewaya Iraqê peyama  mirina  El-Bexdadî bo hêzên  DAIŞ`ê eşkere kir û got : El-Bexdadî li vê peyamê bala xwe daye ser serkirde û hêzên vê grûpê ku xwe întihar bikin an birevin.