Pêntagon: Ebûbekir Bexdadî ji Mûsilê Reviye
Adar 09, 2017 14:02 Asia/Tehran
Rayedarekî wezareta berevaniyê ya Emerîkayê ragihand ku Ebûbekir Bexdadî serkirdê grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê beriya dorpêçkirina Mûsilê ji aliyê hêzên ewlehiye Iraqê ji vî bajarî reviye.
Rayedarekî wezareta berevaniyê ya Emerîkayê ku nexwest navê wî eşkere bibe li bersiva telefonê ji nûçegihanan re got: Em dizanin ku Bexdadî beriya êrişa artêşa Iraqê li Mûsilê bûye lê beriya dorpêçkirina bajarê ji wir derketiye.
Ji aliyê din ve çavkaniyeke ewlehiyê li parêzgeha Neynewaya Iraqê peyama mirina El-Bexdadî bo hêzên DAIŞ`ê eşkere kir û got : El-Bexdadî li vê peyamê bala xwe daye ser serkirde û hêzên vê grûpê ku xwe întihar bikin an birevin.