Têkbirina karwanekî maşînên leşkerî yên DAIŞ`ê li cadeya Mûsilê
Hêzên Heşdê Şebî yên Iraqê refek ji trimbêlên grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê li riya Bêcî-Mûsilê îmha kirin.
Erkantiya ragihandinê ya Heşdê Şebî îro nîvro ragihand ku terorîstên DAIŞ`ê dixwestin bi karwanek ji trimbêlên riya Bêcî-Mûsilê girê din lê işkest xwarin û hemî lêniştiyên trimblên hanê hatin kuştin.
Hêzên iraqî îro karîn ku kontrola du navçeyan li rojava bajarê Mûsilê bigrin destê xwe.
Fermandehiya operasyona azadkirina Mûsilê ragihand ku hêzên rawestana li ber terorîzmê kontrola du navçeyên El-Muelimîn û El-Saylûyê li rojava vî bajarî bigrin destê xwe.
Li gor nûçeyeke din terorîstekî bitalûke li navça Tarimiyê li bakurê Bexdayê hat kuştin.
Erkantiya ragihandinê ya cengê Iraqê li daxûyaniya xwe ragihand: Hêzên iraqî û erkdarên Iraqê karîn ku Semîr Qasim Kerîm Elawî El-Selmanî terorîstê revyayî li şerê li navça Tarimiyê li bakurê Bexdayê bikujin.
Ji aliyê din ve terorîstên DAIŞê cejna şahiyê kirin tazî.
Çavkaniyeke polîsê Selahedîna Iraqê got ku 41 kes , çarşemiyê şevê li encama 4 êrişên întiharî ya terorîstan ser cejneke dawet û şahiyê li bakurê Tikrîtê hatin kuştin an birîndar bûn.
Serokê polîsê parêzgeha Babilê jî ragihand li navça El-Fezîliyê li taxa Cerf El-Nesrê li bakurê vê parêzgehê gorneke komî hatiye peydakirin ku cinaza hejmarek ji qurbaniyên cinayeta DAIŞ`ê li wir hatine defin kirin.
Li ev gora komî 19 cinaze hatibûn definkirin.