Têkbirina karwanekî maşînên leşkerî yên DAIŞ`ê li cadeya Mûsilê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i255646-têkbirina_karwanekî_maşînên_leşkerî_yên_daiŞ_ê_li_cadeya_mûsilê
Hêzên Heşdê Şebî yên Iraqê refek ji trimbêlên grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê li riya Bêcî-Mûsilê îmha kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 09, 2017 14:01 Asia/Tehran
  • Têkbirina karwanekî maşînên leşkerî yên DAIŞ`ê li cadeya Mûsilê

Hêzên Heşdê Şebî yên Iraqê refek ji trimbêlên grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê li riya Bêcî-Mûsilê îmha kirin.

 Erkantiya  ragihandinê ya Heşdê Şebî îro nîvro ragihand ku terorîstên DAIŞ`ê dixwestin bi karwanek ji trimbêlên  riya  Bêcî-Mûsilê girê din lê işkest xwarin û hemî  lêniştiyên  trimblên hanê hatin kuştin.

 Hêzên iraqî îro karîn ku  kontrola  du navçeyan  li rojava bajarê Mûsilê bigrin destê xwe.

Fermandehiya  operasyona azadkirina  Mûsilê ragihand ku hêzên rawestana li ber terorîzmê kontrola  du navçeyên  El-Muelimîn û El-Saylûyê li rojava  vî bajarî bigrin destê xwe.

 Li gor nûçeyeke din terorîstekî  bitalûke li navça  Tarimiyê li bakurê Bexdayê hat kuştin.

Erkantiya ragihandinê ya cengê Iraqê li daxûyaniya xwe ragihand: Hêzên iraqî û erkdarên Iraqê karîn ku Semîr Qasim Kerîm Elawî El-Selmanî terorîstê revyayî li şerê li navça  Tarimiyê li bakurê Bexdayê bikujin.

 Ji aliyê din ve  terorîstên DAIŞê cejna şahiyê kirin tazî.

 Çavkaniyeke polîsê Selahedîna  Iraqê got ku 41 kes , çarşemiyê şevê li encama 4 êrişên întiharî ya terorîstan  ser cejneke dawet û şahiyê li bakurê Tikrîtê hatin kuştin an birîndar  bûn.

 Serokê polîsê parêzgeha  Babilê jî ragihand li navça  El-Fezîliyê li taxa Cerf El-Nesrê li bakurê vê parêzgehê gorneke komî hatiye peydakirin ku  cinaza hejmarek ji qurbaniyên  cinayeta DAIŞ`ê li wir hatine defin kirin.

 Li ev gora komî 19 cinaze hatibûn definkirin.