Têrorîstan êrişî dawetekê li Tikrîtê kirin, 26 kes hatin kuştinê
Adar 09, 2017 08:38 Asia/Tehran
Çavkanîyên nûçan ên iraqî şeva buhurî ragihandin ku di encama teqîneke têrorîstî li dawetekê li nêzîkî Tikrîtê li bakûra rojavaya Bexdayê da, herîkêm 26 kes hatin kuştinê.
Li gorî ragihandina çavkanîyên iraqî, ev teqîna ku li devera Hecac a Tikrîtê ku bi saya xwekujan pêk hat, di encamê da herîkêm 26 kes hatin kuştinê, 25 kes jî birîndar bûn.
Koma têrorîst a DAIŞ`ê berpirsîya vê êrişê da ustîyê xwe.
Têrorîstên DAIŞ`ê piştî işkestên bidûhev li hemberî hêzên iraqî nemaze li parêzgeha Nêynewayê, dest bi kuştina sivîlan li bajarên curbicur ên vî welatî kirine.