Dewama serketinên artêşa Iraqê li rojavaya Mûsilê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i255616-dewama_serketinên_artêşa_iraqê_li_rojavaya_mûsilê
Artêşa Iraqê li dewama pêşdaçûnên xwe duh danê êvarê karî taxa Hey ul Şuheda-1`ê li perrava rojavaya Mûsilê azad bike.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 09, 2017 08:12 Asia/Tehran
  • Dewama serketinên artêşa Iraqê li rojavaya Mûsilê

Artêşa Iraqê li dewama pêşdaçûnên xwe duh danê êvarê karî taxa Hey ul Şuheda-1`ê li perrava rojavaya Mûsilê azad bike.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Tasnim`ê, hêzên iraqî herwiha ragihandin: Gundê Selcê li başûra devera Bedo li bakûra Mûsilê ji lepên têrorîstên DAIŞ`ê azad kirin û 400 malbatên aware ji vê deverê derxistin.

Hêzên iraqî îro piştî êrişa ser Hey ul Mensûrê pêşdaçûna xwe li deverên rojavaya Mûsilê domandin û karîn ku kontrola cadeya di navbera Mûsil û Teleferê da jî bêxin destê xwe.

Serleşker Ebdulemîr Yarulah, fermandarê opêrasyona azadkirina Nêynewayê, ragihand ku hêzên iraqî cadeya Mûsil-Kesekê ber bi Teleferê xistin bin destê xwe.

Yarulah herwiha got, bi kontrolkirina vê rêyê, têkilîya têrorîstan ji rojavaya Mûsilê bi bajarê Teleferê re hatîye birrînê.