Ebadî: Divê sîyasetvan wek artêşa Iraqê û hêzên Pêşmerge kar bikin
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ragihand, yekem car e Pêşmerge û artêşa Iraqê bi hev re şerê dijî DAIŞ`ê dikin û hevahengiyeke baş di navbera wan de heye û divê hevahengî di navbera artêş û Pêşmerge de di warên din de jî hebe.
Ebadî ku li bajarê Silêmanîyê diaxivî, got, divê artêşa Iraqê ya hemû pêkhateyan be. Şîe, Sune, Kurd û pêkhateyên din yên Iraqê bi hevre beşdarîyê şerê li dijî `li Mûsilê dikin. Di warê serbazî da rûbirûyî DAIŞ`ê dibin û qurbaniyan didin.
Ebadî got, mertisiya gendaliyê ji ya terorê zêdetir e û pêwîst e hemû bi hev re rûbirûyî gendaliyê bibin û divê berjewendiyên giştî yên Iraqê li pêş berjewendiyên partîtî û kesane bin.
Serokwezîrê Iraqê got: Sîyasetvanên Iraqê divê pirsgirêkan derbas bikin û wek pêşmergeyan û artêşa Iraqê ku li şerê dijî têrorê da di yek çeperî da ne, divê sîyasetvan jî bi hev re kar bikin, jibo mînak nunerên hemî partîyên Iraqê li parlimana vî welatî pişkdar in, ev nuner divê nunerên hemî Iraqê bin û maqûl nine ku parlimanterek bêje ku ez nunerê kurd im û yê din bêje ez nunerê Besrê me û tu karê min li pirsgirêkên deverên din neketîye, divê hemî parlimanter xwe nunerê Iraqê bizanibin û bi hest û moraleke wiha kar bikin.