Serokwezîrê Iraqê gihêşte Mûsilê
Piştî serketinên zav ên hêzên ewlehiya Iraqê li nav Mûsilê û danîna ala vî welatî li ser avahiya walîtiyê û konseya parêzgeha Neynewayê, Serokwezîrê Iraqê seredana Mûsilê kir.
Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê , televîzyona dewletî ya Iraqê ya ser navê El-Iraqiye li nûçeyekî lezgîn ragihand ku Heyder Ebadî Serokwezîrê Iraqê û serokê hêzên çekdare vî welatî bona seredana ji yekîneyên eskerî û ewlehiyê yên Iraqê, yên pişkdar li operasiyona azadkirina parêzgeha Neynewayê ji destê terorîstên DAIŞ`ê seredana Mûsilê kir.
Hatiye ragihandin ku Heyder Ebadî li vê seredana xwe ya ji Mûsilê tev qumandên vê operasiyonê dê li ser çawaniya pêşvebirina vê operasiyonê li pişkên rojavaya Mûsilê gotûbêj bike.
Piştî serketinên zave îro sêşemê yên artêş û hêzên ewlehiya Iraqê dijî terorîstên DAIŞ`ê li derûdora Mûsilê û nav vî bajarî, êdî terorîstan hêz û karîna xwe ji dest dane û li dû riyekê ne bona revîna ji nav Mûsilê.
Eva li halekê ye ku piştî şikestên zav ên terorîstan li nav Mûsilê serkirdeyên terorîstên DAIŞ`ê ferman dane hêzên xwe ku ji derûdora Mûsilê paşda herin û xwe bigehînin Reqayê li nav axa Sûriyê.