Azadkirina taxeke din a Mûsilê ji bin lepên DAIŞ`ê
Hêzên çekdar ên Iraqê di dewama pêşdaçûna xwe ji aliyê rojava ber bi beşa navendî ya bajarê Mûsilê, taxeke teze ji bin dagirkeriya têrorîstan derxistin û malbatên aware yên iraqî jî ji bo vegeriyana bo malên xwe amade dibin.
Li gorî rapora kanala El-Alemê, Ebdul Emîr Yarellah fermandeyê opêrsiyona azadkirina parêzgeha Nêynewayê roja duşemiyê bi daxûyaniyekê ragihand ku komandoyên beşa têkoşîna li hemberî têrorîsmê ya vî welatî piştî şer û pevçûnên giran digel çeteyên DAIŞ`ê, taxa Semûdê li beşûa başûrê rojavaya bajêr azad kirn.
Li gorî gotina Yarellah, hêzên iraqî opêrasiyoneke teze jî li taxa kêleka Semûdê dest pê kiirn.
Li gorî nûçeyeke din, piştî bidawîhatina opêrasiyona amadekirina navçeya El Remadiyê û berhevkirina madeyên teqemeniyê ku têrorîstên DAIŞ`ê têda danîbûn, malbatên parêzgeha Enbarê li rojavaya Iraqê ji bo vegeriyana bo navçeyên rizgarbûyî amade dibin.
Fermandetiya polîsê parêzgeha Enbarê ragihand: nexşe û bernameyên kamil ji bo vegerandina malbatên aware bo navçeyên azadbûyî pêk tên.
Erkantiya ragihandinê ya hêzên seferberiya gelanî yên Iraqê jî bi daxûyaniyekê ragihand: Ji destpêka opêrasiyona navçeyên bin kopntrola têrorîstên DAIŞ`ê heta niha, zêde ji 70 hezar û 737 malbatên aware ji 54 navçeyan li parêzgehên Nêynewa, Kerkûk û Selaheddînê vegeriyane ser mal û warê xwe.
Hêzên hevpar ên iraqî ji destpêka opêrasiyona azadkirina beşa rojavayî ya Mûsilê di 19`ê Sibata 2017`an va heta niha karîne gellek navçe û gundan bêxin bin kontrola xwe.