Serokê parlemana Iraqê: Divê êrişa kîmyayî ya DAIŞê li Mûsilê li NY werehilkolandin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i255352-serokê_parlemana_iraqê_divê_êrişa_kîmyayî_ya_daiŞê_li_mûsilê_li_ny_werehilkolandin
Selîm Cubûrî serokê parlemana Iraqê roja yekşemiyê daxwaza hilêxistina mesela êrişa kîmyayî ya grûpa terorîstî ya DAIŞê ser welatiyên Mûsilê li NY kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 06, 2017 04:33 Asia/Tehran
  • Serokê parlemana Iraqê: Divê êrişa kîmyayî ya DAIŞê li Mûsilê li NY werehilkolandin

Selîm Cubûrî serokê parlemana Iraqê roja yekşemiyê daxwaza hilêxistina mesela êrişa kîmyayî ya grûpa terorîstî ya DAIŞê ser welatiyên Mûsilê li NY kir.

 Li gorî rapora malpera nûçan a El-Yewm El-Sabiê, Cibûrî li civîneke rojnamevaniyê êrişa terorîstên DAIŞê ser welatiyên  iraqî li bajarê Mûsilê û xebitandina  çekên  qedexe yên navneteweyî li dijî wan li şerê hêzên artêşa Iraqê jibo azadkirina Mûsilê bi tundî şermezar kir.

 Wî ji dewleta Iraqê û civaka navneteweyî daxwaza destpêkirina  lêkolînên  destxwe û dadmendane li bara  êrişa terorîstên  DAIŞê ser xelkê sivîl û xebitandina wn a wek mertala însanî kir.  Serokê parlemana  Iraqê li bara her cure sersariya saziyên navneteweyî li bara dubarebûna vê bûyerê û her wiha dubarebûna  hin êrişan li dijî welatiyên iraqî hişyarî da û got : sistiya li vê barê dibe baîs grûên terorîstî werin hanê danê ku êrişî ser navçeyên  din bikin  û karesata însanî pêk bînin. Komîta navneteweyî ya xaça sor roja înê ragihand ku du jin û 5 zarok ji ber birîndarbûna li encama çekên kîmyayî hatin rakirin bo nexweşxaneyekê li nêzîkî bajarê Mûsilê.

 Grûpa terorîstî ya DAIŞê li yek û sal û nîva derbasbûyî bi caran çekên kîmyyaî li navçeyên curbicure Iraqê bi kar aniye.

 Operasyona azadkirina  Mûsilê ji 19 Sibatê va destpê bûye û hêzên iraqî midehekê berî niha karîn rojhilata Mûsilê azad bikin û niha mijûlî operasyona azadkirina  rojava  vî bajarî ne.