Serokê parlemana Iraqê: Divê êrişa kîmyayî ya DAIŞê li Mûsilê li NY werehilkolandin
Selîm Cubûrî serokê parlemana Iraqê roja yekşemiyê daxwaza hilêxistina mesela êrişa kîmyayî ya grûpa terorîstî ya DAIŞê ser welatiyên Mûsilê li NY kir.
Li gorî rapora malpera nûçan a El-Yewm El-Sabiê, Cibûrî li civîneke rojnamevaniyê êrişa terorîstên DAIŞê ser welatiyên iraqî li bajarê Mûsilê û xebitandina çekên qedexe yên navneteweyî li dijî wan li şerê hêzên artêşa Iraqê jibo azadkirina Mûsilê bi tundî şermezar kir.
Wî ji dewleta Iraqê û civaka navneteweyî daxwaza destpêkirina lêkolînên destxwe û dadmendane li bara êrişa terorîstên DAIŞê ser xelkê sivîl û xebitandina wn a wek mertala însanî kir. Serokê parlemana Iraqê li bara her cure sersariya saziyên navneteweyî li bara dubarebûna vê bûyerê û her wiha dubarebûna hin êrişan li dijî welatiyên iraqî hişyarî da û got : sistiya li vê barê dibe baîs grûên terorîstî werin hanê danê ku êrişî ser navçeyên din bikin û karesata însanî pêk bînin. Komîta navneteweyî ya xaça sor roja înê ragihand ku du jin û 5 zarok ji ber birîndarbûna li encama çekên kîmyayî hatin rakirin bo nexweşxaneyekê li nêzîkî bajarê Mûsilê.
Grûpa terorîstî ya DAIŞê li yek û sal û nîva derbasbûyî bi caran çekên kîmyyaî li navçeyên curbicure Iraqê bi kar aniye.
Operasyona azadkirina Mûsilê ji 19 Sibatê va destpê bûye û hêzên iraqî midehekê berî niha karîn rojhilata Mûsilê azad bikin û niha mijûlî operasyona azadkirina rojava vî bajarî ne.