Xaca Sor êrişa kîmyayî ya DAIŞ`ê ser Mûsilê mehkûm kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i255290-xaca_sor_êrişa_kîmyayî_ya_daiŞ_ê_ser_mûsilê_mehkûm_kir
Saziya Xaca Sor a cîhanî li daxûyaniyekê êrişa kîmyayî ya terorîstên DAIŞ`ê ser Mûsilê û kuştina welatiyên bêberevan ên vî bajarî bi tundî şermezar kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 05, 2017 11:18 Asia/Tehran
  • Xaca Sor êrişa kîmyayî ya DAIŞ`ê ser Mûsilê mehkûm kir

Saziya Xaca Sor a cîhanî li daxûyaniyekê êrişa kîmyayî ya terorîstên DAIŞ`ê ser Mûsilê û kuştina welatiyên bêberevan ên vî bajarî bi tundî şermezar kir.

Li gorî rapora îro yekşemiyê ya Al-Alamê, Saziya Xaca Sor a cîhanî li vê daxûyaniya xwe tevî şermezarkirina êrişa kîmyayî ya terorîstên DAIŞ`ê ser xelkê Mûsilê ji hevkariya xwe tev saziya cîhanî ya saxlemiyê bona dermankirina birîndaran xeber da.

Piştî işkestên zav ên terorîstên DAIŞ`ê li Mûsilê, vê grûpa terorîst dijî xelkê bê berevan ê Mûsilê çekên kîmyayî bi kar anîne; Lewma saziyên navnetewî yên wekî Xaca Sor daxwaza hevkariyên cîhanî bona jinavbirina vê grûpa terorîst û girtina pêşiya kiryarên wiha ji aliyê van terorîstan va kirine.

Pêştir jî ajansa Business Wire`ê li gorî lêkolîna navenda lêkolînî ya  `IHS`ê ya Amerîkayê ragihand ku terorîstên DAIŞ`ê li sala 2014`an zêde ji 71 caran dijî xelkê Sûriyê û Iraqê çekên kîmyayî bi kar anîne.