Tengtirbûna xeleka dorpêçbûna DAIŞ`ê li Mûsilê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i255234-tengtirbûna_xeleka_dorpêçbûna_daiŞ_ê_li_mûsilê
Hêzên seferberîya gelanî yên Iraqê bi dehan têrorîstên DAIŞ`ê li başûra rojavaya şarê Mûsilê kuştin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 04, 2017 14:52 Asia/Tehran
  • Tengtirbûna xeleka dorpêçbûna DAIŞ`ê li Mûsilê

Hêzên seferberîya gelanî yên Iraqê bi dehan têrorîstên DAIŞ`ê li başûra rojavaya şarê Mûsilê kuştin.

Li gorî rapora kanala nûçan a Al-Alamê, çavkanîyekî li nav hêzên seferberîya gelanî yên Iraqê îro ragihand: Pişkên 5 û 10 ên Sazîya Bedrê bi êrişa mûşekî ser baregeh û çeperên DAIŞ`ê li devera Qîrwanê li derdora şarê Beacê zêde ji 30 têrorîstên DAIŞ`ê kuştin û 5 maşînên wan jî têk birin.

Li gorî vê raporê, ev êrişên hêzên gelanî yên Iraqê jibo ku têrorîst nekaribin rêyê ber bi Sûrîyê vekin û alîkarîyên locêstîk û sîlehan wergirin, pêk hatine.

Li gorî vê raporê, DAIŞ li rojava û başûra rojavaya Mûsilê ketîye dorpêçeke giran û berdewam êrişî baregehên hêzên gelanî yên Iraqê dike ta ku alîkarîyên locêstîk li van baregehana bidize.

Çavkanîyê ragihand ku dûrbînên taybet nîşan didin ku têrorîstên DAIŞ`ê li hin navendên ewlehîyê yên ku bikêr nayên bi dû xwarekê digerin ji ber ku ew ji hêla alîkarîyan va tûşî pirsgirêkên cidî bûne.