Navenda radyoyî ya grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê kifş bû
Bingeha nûçan a li parêzgeha Nêynewayê ji kifşbûna navenda grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê ya ser navê El-Beyan xeber da.
Li gor rapora ajansa nûçan a telivîzyona Al-Alamê, Hêzên hevpare navça Ceweq li berava rastê ya Mûsilê ji destê terorîstên DAIŞ`ê azad kirin û avahiya radyoya terorîstan a Al-Beyan ku radyoya grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê bû jî kifş kirin.
Gor vê raporê grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê pêş viya ku hêzên iraqî bigehêjin navça Cewseq , avahiya radyoya xwe şewitandin, , lê hêzên iraqî karîn belgeyên girîng li nîzikiya avahiya radyoya Beyan a grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê peyda bikin.
Radyoya El-Beyan a grûpa terorîstî ya DAIş`ê bi pênc zimanan bernamên xwe belav dikirin.
Gor nûçeyekî din ji Iraqê, Ebû Ebdulrehman El-Ensarî welatiyê Erebistanê û serkirdeyê grûpa terorîstî ya ser navê Cundul-Xelafe ser bi grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê û 6 serkirdeyên dine vê grûpa terorîstî li êrişa hewayî ya artêşa Iraqê ser rojavaya Mûsilê hatine kuştin.