DAIŞê li Mûsila Iraqê çekên kîmyayî bi kar aniye
Fermandê hêzên iraqî diyar kir: Terorîstên DAIŞê li êrişên xwe yên vê dawiyê ser navçên teze azadbûyî yên rojhilata Mûsilê çekên kîmyayî bi kar anîne.
Li gorî rapora roja înê ya Press TVyê, Sedûn Xalid El-Remezanî ji fermandên hêzên berteka destxwe ya artêşa Iraqê got : Grûpa terorîstî ya DAIŞê li van êrişana, bi rakêtên Katiyûşa yên gaza kolorê êriş kirin ser anvçên El-Maliye, Nebî Yûnis û El-Feyseliyê.
Li gorî gotina Sedûn Xalid Remezanî piştî vê êrişê, hejmarek ji welatiyên iraqî ji ber gazên jehrdar hatin rakirin bo navendên dermankirinê û nexweşxanê.
Li gorî raporan, piştî avn êrişana hin birîndar ji wna jin û zarok leşê wan şewitiye û rastî pirsgirêka nefeskişandinê hatine.
Di eynî demê de çavkaniyên iraqî ragihandin ji destpêka operasyona azadkirina Mûsilê ji ji lepên terorîstên DAIŞê heya niha herîkêm sê hezar û 300 terorîst hatine kuştin.
Bajarê Mûsilê li parêzgeha Neynwayê ji Hezîrana 2014`an di kontrola grûpa terorîstî ya DAIŞê de ye ku navçên rojhilata wê nîva Çillê hat azadkirin û kete bin kontrola hêzên iraqî.