Revîna bi hezaran kesî ji rojavaya Mûsilê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i255060-revîna_bi_hezaran_kesî_ji_rojavaya_mûsilê
Ji ber kiryarên nemirovane yên grûpa terorîst a DAIŞ`ê li rojavaya Mûsilê bi hezaran kes ji xelkê vê navçê ji malên xwe revîne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 02, 2017 12:13 Asia/Tehran
  • Revîna bi hezaran kesî ji rojavaya Mûsilê

Ji ber kiryarên nemirovane yên grûpa terorîst a DAIŞ`ê li rojavaya Mûsilê bi hezaran kes ji xelkê vê navçê ji malên xwe revîne.

Li gor rapora ajansa nûçan a Skayî News`ê, Casim Muhemd Caf wezîrê aware û muhacireta Iraqê li daxûyaniyekê ragihand ku Ji çaxê ku artêşa Iraqê operasiyona azadkirina rojavaya Mûsilê ji destê terorîstên DAIŞ`ê destpê kiriye, ji ber kiryarên nemirovaneye vê grûpê herî kêm 26 hezar ji xelkê vê navçê revîne û niha li kempên berwext dimînin.

Casim Muhemd Caf got: Ji çaxê destpêbûna operasiyona azadkirina parêzgeha Nêynewayê ji destê terorîstên DAIŞ`ê heta niha zêde ji 251 hezar ji xelkê sivîle Iraqê yên vê parêzgehê aeare bûne.

Pişka rojhilata Mûsilê li 26 Çileyê bi tamî ji destê terorîstên DAIŞ`ê azad bû.

Operasyona  azadkirina rexê rojava ya Mûsilê bi hevkariya 100 hezar hêzên iraqî ser fermana  Ebadî serokwezîrê Iraqê ji destpêka  heftuya buhurî destpê bû.

Hêzên iraqê meha bihûrî beşa rojhilatê ya Mûsilê azad kiribûn û niha jî li beşa rojavayê Mûsilê terorîstên DAIŞ`ê hatine dorpêçkirin û nêzîk e ku ew bitamî li Iraqê ji nav herein.

 Hêzên hevpar ên iraqî ji destpêka operasyona  azadkirina  beşa  rojava  Mûsilê li 19 Sibata 2017an  heya niha karîne navçe û gundên  curbicur li vê navçê xistin bin kontrola xwe .

Koma têrorîst a DAIŞ`ê ji Hezîrana sala 2014`an va bi dagirkirina hin beşên axa Iraqê ev welata tûşî alozî û bêewlehiyê aniye.