Hewldana Amerîkayê jibo filitandina Bexdadî li rojavaya Mûsilê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i255036-hewldana_amerîkayê_jibo_filitandina_bexdadî_li_rojavaya_mûsilê
Berdevkê Tevgera Esaib Ehlê Heq a Iraqê ragihand ku hêzên taybet ên amerîkî nasyar bi Dêlta`yê, jibo derxistin û filitandina Ebûbekir Bexdadî serkirdê koma têrorîst a DAIŞ`ê ji rojavaya Mûsilê hewl didin. Berdevkê hêzên hevbeş ên Mûsilê jî dibêje: Ebubekir Bexdadî ji aliyê saziyên istixbaratê ve tê çavdêrîkirin, dema ku em ji zanyariyan piştrast bibin, bê ku bibe derengî em ê wî bikin armanc.’’
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 02, 2017 07:19 Asia/Tehran
  • Hewldana Amerîkayê jibo filitandina Bexdadî li rojavaya Mûsilê

Berdevkê Tevgera Esaib Ehlê Heq a Iraqê ragihand ku hêzên taybet ên amerîkî nasyar bi Dêlta`yê, jibo derxistin û filitandina Ebûbekir Bexdadî serkirdê koma têrorîst a DAIŞ`ê ji rojavaya Mûsilê hewl didin. Berdevkê hêzên hevbeş ên Mûsilê jî dibêje: Ebubekir Bexdadî ji aliyê saziyên istixbaratê ve tê çavdêrîkirin, dema ku em ji zanyariyan piştrast bibin, bê ku bibe derengî em ê wî bikin armanc.’’

Li gorî rapora kanala nûçan a Al-Alamê, Cewad Telîbawî berdevkê Tevgera Esaib Ehlê Heqê ser bi hêzên gelanî yên Iraqê ango Heşdi Şeibî got ku balafirên amerîkî vê hefteyê li devera Padoşê ya Mûsilê daketin û du serkirdên DAIŞ`ê ji vê deverê derxistin.

Telîbawî herwiha got: hêzên taybet ên amerîkî nasyar bi Dêlta, herwiha hewl didin hin serkirdên DAIş`ê û efserên istixbaratê yên ser bi welatên ereb û xeyrîereb ku plana opêrasyona DAIŞ`ê dadirêştin, ji navça rojavaya Mûsilê derxin.

Cewad Telîbawî berdevkê Tevgera Esaib Ehlê Heqê herwiha got: Armanca dew û dozên rayedarên amerîkî li bara hewldana jibo têkbirina DAIŞ`ê, zevtkirina hewldanên hêzên gelanî û artêşa Iraqê ser navê xwe ye.

Ji hêla din ve, berdevkê hêzên hevbeş ên Mûsilê Emîd Yehya Resûl ragehand: ‘’Ebubekir Bexdadî ji aliyê saziyên istixbaratê ve tê çavdêrîkirin, dema ku em ji zanyariyan piştrast bibin, bêyî ku bibe derengî, em ê wî bikin armanc.’’

Wî herwaha got, serokê DAIŞ`ê eger gotibe em şikestin an na, ew wekî encamên bidest hatine, DAIŞ li Iraqê ber bi têkçûnê ve diçe.’’

Emîd Yehya Resûl herwaha ragehand, hêzên Iraqê jibo dewra piştî azadkirina Mûsilê plan hene û yê êrişî DAIŞ`ê li navçeyên Hewîceyê bikin.

Berdevkê hêzên hevbeş ên Mûsilê li dawîyê got: ‘’Hêzên iraqî rêyên derketinê li Mûsilê kontrol kirin û ew rêya ku li bakûrê rojava ve diçû bajêr naha di destê wan hêzan de ye.’’